Dersa Zimanê Kurdî

Dersa Zimanê Kurdî-Zaravayê Kurmancî-1
XWE BIDE NASANDIN, YÊN LI DERDORA XWE BINASE

Navê te çi ye?

Navê min Baran e.

Navê min Kanî ye.

Paşnavê te çi ye?

Paşnavê min Çiya ye.

Paşnavê wê çi ye?

Paşnavê wê Zozan e.

Navê wê çi ye?

Navê wî çi ye?

Navê we çi ye?

Navê me Baran û Kanî ye.

Navê wan çi ye?

Navê wan Egîd û Zîlan e.

Rêziman / Gramer

Ez ji bo kesê yekem (ê kit)

Tu ji bo kesê duwem (ê kit)

Ew ji bo kesê sêyem (ê kit)

Em ji bo kesên yekem (ên kom)

Hûn ji bo kesên duwem (ên kom)

Ew ji bo kesên sêyem (ên kom)

Van cihên vala tije bi peyvên jêrîn dagrin:

min, ye, Navê, me/we/wan, wê

1- ...... te çi ye?

2- Navê ..... Baran e.

3- Navê wê Kanî ..... .

4- Navê ..... Baran û Kanî ye.

5- Navê xwe li jêrê binivîsînin:

.....................

Paşnavê ....... Zozan e.

Tu ji ku derê yî?

Ez ji Amedê me.

Welatê te ku der e?

Welatê min Kurdistan e.

Kurdistan li ku derê ye?

Kurdistan li Rojhilata Navîn e.

Tu li ku dijî?

Ez li Bakurê Kurdistanê dijîm.

Cihên vala bi peyvên jêrê dagrin.

li, ku, Bakurê Kurdistanê, dijî

Tu ji ...... derê yî?

Kurdistan .... ku derê ye?

Tu li ku ..... ?

Ez li ................. ê dijîm.

Pirsa van bersivan li cihê vala binivîsînin:

1-Navê min Şoreş e. ............... ........... ............... ................?

2-Ez ji Dêrsimê me. ................ ............... ............. .............. .........?

3-Navê wê Gulîstan e. ................. .............. ............... ...................?

4- Gulîstan ji Mêrdînê ye. .................... ............. ............. .............. .........?

Navê gund û bajarê hûn jê hatine li jêrê binivîsînin.

Navê gundê min ....................e. Navê bajarê min .......................e. SILAVDAYîN, BIXÊRHATIN

Roj baş, xaltîka Sêvê.

Roj baş, kurê min.

Tu çawa yî?

Ez baş im. Tu çawa yî?

Ez jî baş im. Spas dikim.

Roj baş, Apê Misto.

Roj baş, birazî. Tu bi xêrê hatî.

Xêredar bî Apo; tu çawa yî?

Baş im. Spas dikim. Tu çawa yî?

Ez jî baş im. Gelek spas.

ALFABEYA KURDÎ

1- A, 2- B, 3- C, 4- Ç, 5- D, 6- E, 7-Ê, 8- F, 9- G 10- H, 11- X, 12- I, 13- Î, 14- J, 15- K, 16- Q, 17- L, 18- M, 19- N, 20- O, 21- P, 22- R, 23- S, 24- Ş, 25- T, 26- U, 27- Û, 28- V, 29- W, 30- Y, 31- Z,

A, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, h, x, I, î, j, k, q, l, m, n, o, p, r, s, ş, t, u, v, w, y, z

Di alfabeya kurdî de 31 tîp hene.

8 tîp dengdêr in ango bi deng in. (1-Aa, 2-Ee, 3-Êê, 4-Ii, 5-Îî, 6-Oo, 7-Uu, 8-Ûû)

Tîpên din tev (33 tîp) dengdar in ango bê deng in, bêyî alîkariya tîpek dengdêr nikarin deng derxînin.

Dengên ji zimanên biyanî cudatir ev in: ê, x, q, w

Ê wek Êrîvan, X wek Xak, Q wek Qaz, W wek Welat

êzing, êş, êl, Êdî bes e! ên din, êvar, êrîş, êsîr, êzidî, êşbir,

xal, xalxalok, xanî, xaltî/xaltîk, xaç, Xaça Sor, xalî, xatir,

qad, qalib, qamçî, qanî, qapax, qarîn, qas, qasid, qelaç, qelew,

Wan, war, wate, wekhev, welatparêz, wêje, wêne, wî,



XWENDIN

-- Roj baş, birêz ……..; ji kerema xwe re dikarin xwe bidin nasîn?

- Belê, ser çavan. Navê min Şoreş e.

-- Şoreş çi?

- Şoreş Engîn.

-- Tu ji ku derê yî?

- Gund an bajar bêjim?

-- Herdu jî pêwîst in. Ji kerema xwe re herduyan jî bêjin.

- Baş e. Gundê min; Germav, bajarê min Bismil e.

-- Bismil girêdayî ku (derê) ye?

- Girêdayî Amedê ye.

-- Baş e, spas dikim.

- Ez jî spasdar im. Bi xatirê we.

-- Oxir be.

Cihên vala yên li jêrê dagrin, ji kerema xwe re.

……… ji kîjan gundî yî?

Navê gundê xwe ……….., ji kerema …….. re.

Licê ………… ku derê ye?

Ez ji …………. Germav, ……………ê Bismilê me.

Bi ………….. te.

Pirsa van hevokan binivîsînin:

1 – Ez ji Serhedê me. ……. ………. …………… …………….. …….?

2 – Nisêbîn girêdayî Mêrdînê ye. …………. ……….. …… ………….. ……..?

3 – Ez baş im, spas. …………. …………. …………..?

4 – Navê bavê min Serhildan e. …………… ………. .............. ........... ..........?
 NASKIRINA NAVÊ BAJAR û WELATAN

Rêziman: Navê bajar, welat û Parzemînan her dem bi tîpa girdek (girs/mezin) destpê dike.

Amed, Dêrsim, Meledî, Dîlok, Qers, Serhed, Ruha, Mahabad, Sinê, Urmiye, Silêmanî, Dihok, Hewlêr, Zaxo, Efrîn, Dêrik, Qamişlo

Kurdistan, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya, Frensa, Swîsre, Swêd, Yewnan,

Asya, Ewropa, Afrîka, Bakurê Amerîka, Başûrê Amerîka, Awustralya,

Ev welatên li jêre li ser kîjan parzemînê cih digrin, ji kerema xwe re binivîsînin:

Arjantîn, Awustralya, Brezîlya, Şîlî, Çîn, Hîndistan, Endonezya, Îtalya, Spanya, Japonya, Kanada, Kenya, Holanda, Swîsre, Kurdistan, Afganistan, Vîetnam, D.Y.A.

SIHBET

Silav bira. Tu ji ku derê tê?

Ez ji Holandayê têm.

Ma tu Holandî yî?

Na, Ez Alman im. Tu ji ku yî?

Ez ji Kurdistanê me?

Kurdistan?

Belê.

Ew li ku ye?

Li Rojhilata Navîn e?

Rojhilata Navîn? Li parzemîna Asyayê ye?

Belê. Te rast got.

Tê biçî ku derê?

Ezê biçim Stenbolê.

Stenbol? Ew li ku derê ye?

Ew di navbera parzemîna Asya û Ewropayê de ye?

Ya! Balkêş e.

Belê, bi behrê ji hev vediqete.

Baş e, ez jî carekê biçim û bibînim.

Navê van welatên li jêrê temam bikin, ji kerema xwe re:

Ka.....da., Îsp........, ......mer......a, Sw........e, S.....d, ......et.....m, Ti......ye, .......aq, rdist......, Alm........., Yew........, .........ûsy.......,

Pirsa van bersivan binivîsînin, ji kerema xwe re?

Ehmed diçe Stenbolê. ................... ...................... ................. ..............?

Ez diçim Kurdistanê. .............. ...................... ..................... .............?

Şoreş ji Almanyayê tê. ................ ............... ............. ................ ............?

Ez li Dîlokê rûdinêm. .............. .................. ..................... ............... ...............?

Dilok li Kurdistanê ye. ............... ............. ................ ................. ..........?

XWENDIN

Mihemedê Silêman ji Mêrdînê ye. Ew li Amedê rûdinê. Ew karker e. Ev deh sal in ji gundê xwe derketiye.

Xaltîka Sêvê ji Ruhayê ye. Ew li Wêranşerê rûdinê. Wêranşer navçeyek Ruhayê ye. Ew jinemalek e. Ew karê malê dike.

Memed Demîr li Stenbolê rûdinê. Ew ji Dêrsimê ye. Li wê derê diçe dibistanê. Li ser netê, tev li qursa zimanê kurdî jî dibe.

Fatma Karadag ji Çewlîgê ye. Ew sîh salî ye. Ew mamosteya dibistana seretayî ye. Niha li Balikesîra Tirkiyê mamostehiyê dike.

Van pirsan bibersivînin, ji kerema xwe re:

1 - Xaltîka Sêvê li ku derê rûdinê?

2 - Sêvê çi karî dike? ...........................................................

3 - Fatma Karadag li ku derê, çi karî dike?......................................................................

4 - Mihemedê Silêman çi karî dike? Ew ji ku derê ye?........................................................

5 - Mihemed çend sal in koçber bûye?.................................................................................